Kolanên li Daraya Bajarê Antîk

Kolanên ji bo sûra 4 kîlomêtreyî ya li dora Daraya Bajarê Antîk yê li Mêrdînê derxin holê dîsa dest pê kir.

Kolanên li Daraya Bajarê Antîk

Kolanên ji bo sûra 4 kîlomêtreyî ya li dora Daraya Bajarê Antîk yê li Mêrdînê derxin holê dîsa dest pê kir.

Kolanên li bajarê antîk ê qasî 30 kîlomêtreyî li dûrî navenda bajêr e û li ser rêya Nisêbînê ye ev 10 sal e dewam dikin. Ev cara ewil e ku ji bo sûra li dora bajarê antîk derxin holê dest bi kolanan dikin.

Midûrê Muzeya Mêrdînê Nîhat Erdogan di daxuyaniya xwe da got hedefa wan ew e ku sûra li dora Daraya Bajarê Antîk rakin ser piyan, ji bo vê jî li tanga sûra li başûr a hinda deriyê Agorayê dest bi xebatên kolanê kirin.

Erdogan destnîşan kir ku dixwazin îsal qismekî dîwar a 300 mêtreyî digre derxin holê û ji bo restorasyonê amade bikin û wiha pê da çû: "Em dibînin ku dema Daraya Bajarê Antîk hatiye avakirin bi sûreke 4 kîlomêtreyî digre hatiye parastin. Di hundir da avahiyên eskeran, hemam, perestgeh, sarnicên avê hene û bajarekî mezin e. Bajar ji 40 hezarî zêdetir eskerî hildide."

Erdogan got bi xebatên kolanê va dixwazin bajarê antîk bi dinyayê bidin naskirin.

Erdogan diyar kir ku li herêmê rastî rêça kevneşopiya binaxkirina miriyan a Misliman, Xiristiya û Cihûyan tên û wiha pê da çû:

"Der barê jiyana bihevra da rêç li bajêr hene. Bi vî awayî ji hemû welatan meriv dikarin werin vê derê. Hedefa me ew e ku bajarê 3 hezar salî ji nû va derxin holê û ji turîzmê ra vekin. Di 8 salên dawîn da Mêrdînê ji millyonek û 300 hezar turîstî ra malxwedîtî kir. Ji bo turîzmê dibê qada arkeolojîk ya vê derê derxin holê. Xebatên me yên ji bo vê dewam dikin. Armanca me ew e ku mîrata çandê ya ji demên berê maye derxin holê."

 


AA

Dîroka nûkirinê: 15 Tebax 2018, 16:03
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE