Li Erdîşa Wanê temîrkarekî wesaîtan, plakên zaroktiya xwe niha kiriye koleksiyon. Zilamê 63 salî mala xwe kiriye muze û bi dehan cureyên plakên kevn tê de ne.
Tamîrkarê otomobîlan Sami Demir 63 salî ye û hobiya wî jî berhevkirina plakên berê ye.
Demîr ji zaroktiya xwe û vir ve plakan kom dike û guhdarî dike.
Bi wan plakan ji xwe re koleksiyonek çêkiriye û niha bi dehan cureyên plakên berê di dest de ne.
Sami Demir got, ‘’40 û 50 sal beriya vê, bavê min plak guhdarî dikirin. Plaka Ewil jî ya Rehmetî Celal Gûzelses bû. Bi min re zêdetir kelecan çêbû û min dest bi berhevkirina wan kir. Bi min re nêzî 150 plak hene’’.
Hêviya Sami Demirê koleksiyoner ew e ku nifşên nû jî plakan guhdar bikin, bizanibin û nas bikin.