Koma "Efsaneya Botanê" diçe Enqerê

Koma folklorê di roja mamosteyan de wê govendê bigerîne...

Koma "Efsaneya Botanê" diçe Enqerê

Koma navdar a govend û lîstikên folklorê, di çarçoveya merasîmên roja mamosteyan de diçe Enqerê. Koma bi nav û deng wê di 22yê mijdarê de li paytex govendê bigerîne.

Efsaneya Botanê ya Sertê, di nav komên lîstikên gelêrî de bi nav û deng e.

Li ser vexwendina Wezareta Perwerdeya Neteweyî kom wê di roja mamosteyan de li Enqerê be.

Komê xebat û haziriya xwe xelas kir. Ew ê di 22yê Mijdarê de li Enqerê govendê bigerîne.

Koma Efsaneya Baton berê jî li nav û derwelêt li gelek cihan govend gerandibû.

Dîroka nûkirinê: 21 Mijdar 2019, 17:30
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE