Koma Erbanê ya Qêrîna Jinan konser da

Li Agiriyê kebaniyên malê çûn konsêra ku tê de sitranên Kurdî û Tirkî hatin gotin

Koma Erbanê ya Qêrîna Jinan konser da

 Li Agiriyê kebaniyên malê çûn konsêra ku tê de sitranên Kurdî û Tirkî hatin gotin.

Koma Erbanê ya Qêrîna Jinan ku ji aliyê Şaredariya Giyadîna Agiriyê jinên dilxwaz hat pêkanîn konsereke ku tê de sitranên Kurdî û Tirkî hatin gotin li dar xistin.

Bi talîmata Qaymeqam û Wekîlşaredarê Giyadînê Alper Balci di bin banê şaredariyê de bi navê Koma Erbanê ya Qêrîna Jinan ku jinên dilxwaz pêk tê, hat çêkirin.

Di vê çarçoveyê de li navçeya ku demsala zivistanê lê dijwar derbas dibe, ji bo kebaniyên malan ku bêtirê wextê li malê derbas dikin, konserek hat lidarxistin.

Bernameya ku li Dibistana Seretayî ya Şevînî ya Herêmê hat lidarxistin, bi şanoya Kurdî destpê kir.

Piştî şanoyê pîrejinekê sitran gotin û dûvra jî Koma Erbanê ya Qêrîna Jinan, bi zimanên Kurdî û Tirkî sitran gotin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE