Komxebata rêzefîlman û sînemayê

Akademîsyen û nûnerên sektorê li ser pêşketina sinema û rêzefîlmên Turkiyeyê axivîn

Komxebata rêzefîlman û sînemayê

Rêzefîlmên Turkiyeyê ne tenê li welêt li derveyî welêt jî gelek tên temaşekirin. Turkiyeyê ji îxraca rêzefîlm û fîlman her sal bi sedan milyon dolar pere qezenç dike. Li ser bandora van fîlman û pêşxistina vê bazarê bi hevkariya enstîtuya Yunus Emre û enstîtuya nêrîna stratejîk komxebatek hat lidarxistin. Armanc ew e ku di sala 2023’an de qezenca ji sektorê bigihe milyarek dolarî.

Rêzefilm û filmên Turkiyeyê têne firotin 156 welatî.

Turkiyeyê ji vê sektorê salê 350 milyon dolar pere qezenç dike.

Armanc ew e ku di sala 2023’an de ev hejmar bigihê milyarek dolarî.

Pêşeroja sektora rêzefîlm û fîlman di komxebatekê de hat nirxandin.

Alîkarê Serokê Enstîtuya Fikra Stratejîk Alper Tan:Berê şer bi tanq û topan li qada şer bi şûr û mertalan dihatin kirin. Niha jî ew şer heye, lê bi van şeran encamek nayê standin. Berê dewletan axa xwe bi şeran mezin dikir. Niha bi kultur û çanda xwe bi tesîra xwe dikin.

Sedema belavbûna rêzefîlmên Turkiyeyê çand û kultura hevpar e.

Serokê Komîteya Diyaloga Navberakulturan a UNESCO'yê Ali Maskan: Em nirxên xwe yên çandî bi gelek welatên heval û hogir re parve dikin. Bi gelek welatên Cîhanê re çandeke me ya hevpar heye. Bi xwarin û mûzîk, bi cil û bergên xwe, bi rabûn û rûniştina xwe, bi stranên xwe. Em ji bo peydakirina mijarên hevpar nakevin tengasiyê.

Rêzefîlmên Turkiyeyê ji bona gelek mijarên cuda tên ecibandin.

Serokê Enstîtuya Yunus Emre Prof. Dr. Şeref Ateş: Hin rêzefilmên me li rojhilat tên girtin, hin jî ji Stenbolê. Bi rêzefilman hemû çeşîdên jiyana li Türkiyeyê tên nişandan. Dema tên nişandan li gelek welatên tê temaşekirin û ecibandin. Li Endonezya, Malezya û gelek welatên dûr jî ji dil û can tên temaşekirin.

Bi tesîra rêzefilm û sinemayê Tirkiye nêrîn û helwesta xwe nişan dide.

Balyozê Berê Hulusi Kiliç: Min bi çavên xwe dît, bi saya rêzefîlman xelk hînî zimanê Tirkî dibe. Rêzefilm cihekî gelek taybet digirin. Me di salên 80yî de li rêzefilm û filmên Emerikayê temaşe dikir. Niha roj bi roj ew diguhere, Emerika bi xwe jî li filmên me dinêre.

Di komxebatê de riyên pêşxistina sektorê jî hatin axaftin.

Mamosteyê Zanîngeha Ankarayê Prof. Dr. Sezer Akarcalı: Turkiyeyê erdnigariyeke berfireh e û xwedî kevneşopiyeke imparatoriyê ye. Li gelek welatên ku em rêzefilman ixraç dikin şûna kultura me heye. Dema rêzefilman temaşe dikin mijar û kodên hevpar yên kulturî dibînin. Rabûn û rûniştina me, axaftin û xwarina me bi wan ecêb nayê.

Di dawiya komxebatê de dê raporek be amadekirin.

Ew rapor jî dê bi rayagiştî, nûnerên sektorê û dewletê re bê parvekirin.

Dîroka nûkirinê: 31 Çile 2020, 16:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE