Li Bilîsê bi hevkariya Şaredariya Bilîs û Tetwanê, Heyva Sor û Weqfa Yekîtiyê konferansa “Bi Hayati İnanç re Perwaneyên Rih Didin” hat lidarxistin. Gelek xwendekar û welatî beşdarî konferansê bûn.
Konferansa “Perwaneyên Rih Didin” li Zanîngeha Eren hat lidarxistin.
Gelek xwendekar û welatî beşdarî konferansê bûn. Ji ber zêdebûna beşdaran di salonê de cih nema.
Hin kes li ser sehneyê rûniştin û li nivîskar Hayati İnanç guhdarî kirin.
Xwendekar bi konferansa “Perwaneyên Rih Didin” gelek kêfxweş bûn.
Piştî bernameyê diyarî hat dayîn nivîskarê navdar û wêne hatin kişandin.