“Konsera bêastengan”

Ji bo xwendekarên nû yên Zanîngeha Artukluyê konser hat lidarxistin

“Konsera bêastengan”

Ligel destpêkirina sala nû ya perwerdeyê li Zanîngeha Artukluya Mêrdînê konsera xêrhatinê hat kirin. Civaka bêasteng a mûzîkê bi stranên cur bi cur moral da xwendekarên nû.

Perwerdeya sala 2018 û 2019ê dest pê kir.

Li zanîngehan jî kelecana heyama nû heye.

Li Mêrdînê endamên koroya muzîkê yên bêasteng ji bo xwendekarên nû konserek li dar xist.

Xwendekaran bi konsera rektoriyê kêf kir.

Xwendekarên ku ji çar aliyên Tirkiyeyê hatine li stranên kurdî, erebî û tirkî guhdarî kirin.Endamên koroyê bi giştî astengdar in lêbelê ji bo wan tu asteng nîne.

Dîroka nûkirinê: 02 Cotmeh 2018, 10:19
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE