Konserên Dengê Amîdayê

Çand û dîrok a Diyarbakirê bi konseran nîşan didin...

Konserên Dengê Amîdayê

Diyarbekir bi şaristaniya xwe mîna navendeke çand û dîrokê tê qebûlkirin. Ji bo dewlemendiya bajêr bala turîstan zêdetir bikşîne li cihên dîrokî yên Diyarbekirê konser tên dayîn.

Sûrên Diyarbekirê û baxçeyên hevselê 5 sal berê ketin lîsteya UNESCOyê, lê hejmara turîstan ji 250 hezarî derbas nebû.

Ji bo li bajarê kevnare sektora turîzmê geş bibe projeyên hunerê yên cûr bi cûr dewam dikin.

Odeya pîşesazî û bazirganiyê ya Diyarbekirê jî li cihên dîrokî dest bi Konserên Dengê Amîdayê kir.

Tevdîrên şewbê jî nayên jibîrkirin û li mekanên xweş û dîrokî konser tên lidarxistin.

Di çarçoveya projeyê de konsera ewil li şikeftên Hesûniyê ya didoyan jî li keleya Zêrzewanê hat lidarxistin.

Kelha Zêrzewanê pir bilind bû, ji bona vê pîyano û alavên muzîkê bi makîneyên kar hatin derxistin jorê.

Konser li ser medyaya civakî tên weşandin. Bi vê projeya taybet dewlemendiyên erdnigariyê bi deng û muzîka herêmê tên nîşandin.

Li gor rewşa hewayê wê li xalên cuda yên bajarê dîrokî Amedê 8 konserên din jî bên lidarxistin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE