Kuleya dîrokî ya Romayiyan

2 mehan beriya niha gundiyan dît

Kuleya dîrokî ya Romayiyan

Lı herêma Semsûrê her roj avahiyeke dîrokî derdikeve holê. Herî dawî beriya 2 mehan li taxa gergerê qûleyeke leşkerî ya dewra Romayiyan hat tespîtkirin. Hat ragihandin qûleya 2 qatî ku bi keviran hatiye çêkirin, ji bo raçavkirina derdorê dihat bikaranîn.

Li her derê Semsûrê şopên dîrokeke kevnare xuya dibin.

Lewra, dema mirov li herêmê digere serê her gavekê avahiyeke dîrokî û qedîm derdikeve pêş meriv.

Herî dawî beriya 2 mehan li devera Geregerê, li kêleka çemê Feratê û li ser tepeyekî di nav daran de qûleyeke leşekerî ya 2 hezar salî hat tespîtkirin.

Li gorî agahiyan, qûleya ku di dema Romayiyan de hatiye çêkirin, zêdetirîn ji bo raçavkirina derdorê ji aliyê leşkerên wê demê ve hatiye bikaranîn.

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE