Kumbeta 600 salî wê bê restorekirin

Di erdheja 2011an de ban û piraniya dîwarên wê hatibûn xwarê.

Kumbeta 600 salî wê bê restorekirin

Qeymeqamıya Ercişa Vanê hewl da û di dawiyê de ji bo projeya restorasyonê ya kumbeta dîrokî piştgirî girt. Restorasyona kumbeta 600 salî wê di demekê nêz de dest pê bike.

Avahiya ku tê de gora hikimdarê Qere Qoyunluyan heye bi salan e di vî halî de ye.

Di erdheja 2011an de piraniya dîwarên wê rûxiyan û ev kevirên bineqş belav bûn.

Saziyên bajêr heta niha hewl dan ku van kevirên biqîmet biparêzin û kumbet were restorekirin.

Axir projeya restorayonê ya kumbetê hat qebûlkirin.

Qeymeqamê Ercişê Dr. Nuri Mehmetbeyoğlu got,“Li gorî pisporan kumbet di sedsala 15an de hatiye çêkirin. Di navê de gora Ûsifê Beg heye… Kumbet ji bo dîrokê gelek muhîm e; li ser sembolên hikûmraniya Qere Qoyunluyan hene… Em ê bi xebateke mezin restorasyona wê derê bikin; bala turîstan bikşînin ser navçeyê.”

Bi saya projeya Qeymeqamiya navçeyê û piştgiriya Midûriya Herêmê ya Weqfan a Bilîsê berhema 600 salî wê bê parastin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE