Jinên Îdirê kevneşopiya rîstina berikan a bi sedsalan didomînin. Lêbelê vê carê bi alîkariya zanîngehê têknîkeke din tê ceribandin. Kursiyer li ser merşikan sembol û îşaretên çand, huner û dîroka herêmê bi awayekî 3 alî dirêsın.
Çand, huner û dîroka Îdirê bi awayekî 3 alî li ser berikan tê rîstin.
Jinên Îdirê di kursa zanîngehê de ji bo çêkirina berikan teknîkên din hîn dibin.
Di teknîkeka nû de kursiyer li ser berikan sembol û îşaretên herêmê bi awayekî 3 alî dinexşînin.
Akademîsyenê Zanîngeha Îdirê Dr. Cavit Polat got, “Ji bilî teknîkên klasîk, em li vir teknîkeke modren nîşanî kursiyerên xwe didin. Yek ji wan teknîkan, teknîka rîsandina nexşên 3 alî ye.’’
Kursiyer dibêjin: “Ji bilî hînbûna meslekekî, em li vir çand, huner û kevneşopaya welatê xwe jî didomînin. Ev jî ji bo me kêfxeşiyeke mezin e.”
Dîroka nûkirinê: 28 Mijdar 2019, 17:44