Li Muşê bi alîkariya İŞKUR’ê kursa boyaxkirina textikan hat vekirin. Kursiyer li ser textikan tiştên cur bi cur çedikin û boyax dikin. Kursiyer bi vî avayî him hunerekê hinî dibin him jî debara xwe dikin.
Li Muşê ji bo jin û keçikan kursa boyaxkirina eşyayên darîn hat vekirin.
Kurs bi alîkariya İŞKUR’ê, ji aliyê Navenda Piştgiriya Malbatê ya Mûşê tê dayîn.
Jin û keçên beşdarî kursê dibin li virê him hînî hunereke nû dibin û him jî bi vî karî îdare û debara xwe dikin.
Kursiyer dibêjin; “Em li virê ji xeynî meslek û hunerê, dibin hevalên hev jî.”