Kursa çaroxan

Ji bo zineata kevnare çarox ango hirîkê kurs tê dayîn

Kursa çaroxan

Zineatên bav û kalan êdî ber bi windabûnê ne. Lê hêj jî hosteyên ku dev ji karên xwe bernadin jî hene. Yek ji wan jî Haydar Yilmaz e ku ev 22 sal in hosteyê hirîkan e. Niha jî li kursê ciwanan perwerde dike.

Hirîk ango çarox… Yanê pelavên ku ji hiriyê tên çêkirin…

Lixwekirina solên hirîk bi taybetî jî li herêma Bilîsê wek kevneşopiyekê bû.

Lê ev zineat jî weke gelek hunerên kevnare hêdî hêdî winda dibe. Loma Haydar Yılmazê Bilisî ku ev 22 sal in vî karî dike, ji bo ev huner neyê jibîrkirin li Navenda Çandê ya Bajêr kurs dide ciwanan.

Dîroka nûkirinê: 20 Hezîran 2019, 16:17
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE