Li Rihayê, kurseke hunerên darîn hat vekirin. Kursiyer di kursê de ji daran berhemên cur bi cur çêdikin. Ji sembolên Rihayê bigirin heta portreyên siyasetmedaran gelek tiştan çêdikin.
Di kursa hunerên darîn de ji daran berhemên cur bi cur tên çêkirin. Ev kurs li Rihayê di taxa hunerê de hat vekirin.
Kursiyer pêşî nexşan diyar dikin. Pişt re li ser daran bi çakûcan nexşan çêdikin.
Ji sembolên Rihayê bigirin heta portreyên siyasetmedaran gelek tiştan çêdikin.
Kursiyer ger vê sinetê hîn bibin dikarin pê pere jî qezenc bikin.