Li Midyata Mardinê ji aliyê Navenda Perwerdeya Gel ve kursa hunerên destan a jinan hat vekirin. Jinên Midyatî û yên Sûriyeyî di vê kursê de him bi hev re sohbetê dikin, him hînî hunerê dibin, him jî pê debara xwe dıkın.
Him li ser pêşgir, tepsî û rûyan bi boyaxê şiklên gelek xweşik û delal çêdikin, him jî bi hev re sohbetê dikin.
Ev dîmen ji Kursa Hunerên Destan a Jinan a li Midyata navçeya Mardinê ne.
Navenda Perwerdeya Gel ji bo jinên navçeyê û yên Sûriyeyî kursa hunerên destan vekir.
Jinên Midyatî û yên Sûriyeyî bi boyaxên rengorengo, bi morik û şînokên xweşik tiştên navmalê dixemilînin.
Jinên Midyatî bi xêra vê kursê him hunerê hîn dibin, him bi hev re sohbetê dikin, him jî bi vî awayî debara mala xwe dikin.