Li navenda piştgiriya malbatê ya Mûşê kursa ristina xaliyan hat vekirin. Keçên Mûşî di vê kursê de him hînî ristina xaliyan dibin, him debara malbata xwe dikin...
Ev dîmen ji kursa ristina xaliyan a li Mûşê ne.
Kursa ristinê li Navenda Piştgiriya Malbatê ADEMê hat vekirin.
Di kursê de keçik xaliyên gelek xweşik û delal çêdikin.
Bi vî awayî keçên Mûşî him hînî şixulekî dibin, him debara mala xwe dikin û him jî ji bo zewacê cihêzê xwe amade dikin.
Kursiyer ji kursa ristina xaliyan memnun in.