Li Navenda Perwerdeya Gel a Midyadê kursa xwarinên herêmî hat vekirin. Kursiyer derbarê çêkirin, danîn û paqijiya xwarinan de tên perwerdekirin.
Li Midyada Mêrdînê li Navenda Perwerdeya Gel ji bo welatiyan gelek kurs tên dayîn.
Ji van yek jî kursa xwarinên herêmî ye. Kursiyer derbarê xwarinên tirk, kurd, ereb, êzîdî û suryaniyan de tên perwerdekirin.
Her wiha di kursê de digel çêkirina xwarinan derbarê danîna sifreyan û paqijiya xwarin û xwaringehan de jî kursiyer tên perwerdekirin.
Kurs wê 3 mehan dewam bike. Piştî ku kurs qediya wê sertîfika were dayîn kursiyeran.