Li Qosera Mêrdînê ji bo jinan kursa boyaxkirina textan hat vekirin. Kursiyer wextê xwe bi nexşkirinê derbas dikin. Berhemên cur bi cur çêdikin û boyax dikin paşê jî ji bo alîkariya mala xwe difroşin.
Li Mêrdinê Navenda Piştgiriya Malbatê ji bo jinan kursa boyaxkirina textan vekir.
Di kursê de jin him boyaxkirin û nexşê hîn dibin him jî debara xwe dikin.
Kursiyerên jin li ser textan tiştên cur bi cur jî çêdikin û boyax dikin.
Bi saya vê projeyê kursiyer wê bibin xwedî sineatek û piştî kursê li mala xwe jî wê karibin vî karî bikin.