Li Navenda Ciwaniyê Ya Siirtê, ciwan li gorî hobiyên xwe tevlî kursên hunerê dibin. Mamoste dibêjin; îsal zêdetir xort tevlî kursa boyaxkirinê bûne.
Li Navenda Ciwaniyê ya Sİirtê di gelek beşan de kurs tên dayîn.
Jin û mêr, biçûk û mezin..
Her kes dikare li vê derê, li gorî elaqe û qabiliyeta xwe tevlî kursan bibe.
Mamosteyên navendê dibêjin; li gorî salên berê, vê heyamê zêdetir xort elaqeyê nîşanî kursa boyaxkirina seramîkê didin.