Li Mûşê bi xêra kursa li Mala Zanînê, çanda çêkirina betaniyên tiftikê ji nû ve tê bipêşxistin. Jin, li kursê him betaniyên tiftikê him jî amûrên cuda yên ji tiftikê çêdikin. Ev yek gelekî bi kêrî debara kursiyeran jî tê.
Li Mûşê, bi xêra kursên li Mala Zanînê gelek kar û huner bi dawî nabin û ji nû ve tên kirin. Yek ji wan jî çêkirina betaniyên tiftikê ye.
Kursiyerên jin li ser dezgehên li kursê him hînî çêkirina betaniyên tiftikê dibin, him jî hînî çêkirina berhemên cuda dibin.
Mamosteya Kursê Derya Yavuz dibêje ku berê tenê li navçeya Tilê salê gelek betaniyên tiftikê dihatin çêkirin, lê niha ne wisa ye.
Bi xêra kursa Mala Zanînê him hunerên berê winda nabin, him jî ji bo kursiyerên jin dibe wesîleya debara malbatê.