Kursên şaristaniyê mezûnên ewil dan

Kursên zimanên şaristaniyê dê bi astên nû berdewam bikin.

Kursên şaristaniyê mezûnên ewil dan

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê perwerdeya zimanên qedîm dide. Di bernameyê de perwerdeya kurmancî, zazakî, suryanî, farısî, erebî û osmanî hene. Asta ewil bi serkeftî bi dawî bû û kursiyeran belgeyên xwe standin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê beriya 4 mehan kursên zimanên şaristaniyê dabûn dest pê kirin.

Di 3 atolyeyan de perwerdeya zimanê Kurdî, Suryanî, Farisî, Erebî û Osmanî hat dayîn.

Ji her qadê kursiyer beşdarî van kursan bûn û perwerde dê bi asta duyem û sêyem berdewam bike.

Kursiyer bi saya van dersan hînî xwendin û nivîsandinê dibin û zimanê xwe pêşdetir dibin.

Kursiyeran asta ewil bi dawî kir û belgeyên xwe standin.

Ders hefteyê 6 saet in û qeydên kursên nû dê di meha Tebaxê de dest pê bikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE