“Lehengê Biçûk ê Heywanan”

Nivîskara 12 salî pirtûkeke 50 rûpelî nivîsand.

“Lehengê Biçûk ê Heywanan”

Eylûl Akbala 12 salî pirtûka xwe ya ewil a ji bo zarokan nivîsand. Akbalê li mekteba xwe ji bo pirtûka xwe ya bi nave “Lehengê Biçûk ê Heywanan” roja îmzeyê jî li dar xist. Hedefa Akbalê ew e ku di pêşerojê de bibe nivîskareke navdar.

Navê pirtûka wê ‘Lehengê Biçûk ê Heywanan’ e.

Eylûl Akbal hêj 12 salî ye lê ji niha ve pirtûka xwe ya ewil a 50 rûpelî nivîsand.

Akbalê jî wekî nivîskara ku hatibû Bilîsê pirtûka xwe îmze kir.

Eylûl Akbal got, ''Ez di pola 4an de bûm, nivîskar Ayşe Şengûl hatibû bajarê me. Min jî piştî ku pirtûka xwe ya ewil a îmzekirî stand, xwest pirtûkekê binivîsim. Min nivîsand jî. Îro jî roja min a îmzeyê ye. Ez gelek bi kelecan im.''

Malbat, mamoste û hevalên wê him di heyama nivîsê de him jî di roja îmzeyê de li ba Eylûlê bûn.

Eylûla nivîskar wê qezenca pirtûka xwe bibexşîne yekîtiya malbatê ya dibistanê.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE