Li Adiyemanê di xebatên kolanê da merzel û îskeletê însanan ê ji serdema Bîzansê hat dîtin

Li Adiyemanê di xebatên kolanê da merzel û îskeletê însanan ê ji serdema Bîzansê hat dîtin

Li Taxa Orenli ya Adiyemanê li ciyê ku bû malê qamûyê yê ku di nava sînorê Bajarê Antîk Perreyê da dimîne, di xebatên kolanê da merzel û îskeletê însanan ê bi qasî hezar salî yê ji serdema Bîzansê hat dîtin.

Li ciyê ku bû malê qamûyê yê ku di nava sînorê Bajarê Antîk Perreyê da dimîne, xebatên kolanê berdewam in.

Di xebatên kolanê yên li bakur û rojavayê Kaniya Romayê ya Dîrokî da kevirên blokal, erqên avê û berhemên mîmariyê derketin holê.

Midûrê Muzeya Adiyemanê Mehmet Alkan ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku wan li Taxa Orenliyê 40 roj berê dest bi xebatên kolanê kir.

Alkan diyar kir ku ew li bakur û rojavayê Kaniya Romayê ya Dîrokî xebatên kolanê dimeşînin û wiha got, "Di xebatên kolanê da em rastî merzelekî hatin. Di vî merzelî da îskeletek derket holê. Îskelet ser piştê ye û ber bi rojhilat-rojava dirêjkirî ye. Tê da kûzek jî hat dîtin ku wekî diyariya mirî ye. Dema em dêhna xwe didin vî kûzî, em dibînin ku ev merzel digihîje serdema Bîzansê, anku merzel bi qasî hezar salî ye."

Alkan diyar kir ku xebatên kolanê berdewam in.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE