Li Kehtaya navçeya Adiyemanê gorên di nav zinaran da û cihên ku meriv lê jiyane hatin dîtin.
Li ser îxbarekê ekîbên Midûriya Muzeyê çûn cihekî çiyayî yê li gundê Tutenocakê û li wir gorên ji heyama Romayê yên di nav zinaran da û cihên ku di heyama Bîzansê da meriv lê jiyane tesbît kirin.
Li herêmê gelek bermayiyên avahîsaziyê û kevirên banê xaniyan jî hatin dîtin.
Ji bo ku herêm bê parastin û bê tescîlkirin ekîban xebat dan destpêkirin.
AA