Li Adiyemanê gundiyan fosîla dibêjin 65 milyon salî ye dîtin

Li Adiyemanê gundiyan fosîla dibêjin 65 milyon salî ye dîtin

 Li Kehtaya navçeya Adiyemanê fosîla îstîrîdyeya behrê ya tê nirxandin 65 milyon salî ye hat dîtin.

Sirri Kayayê 83 salî yê li taxa Boxazkayayê dijî dema li dora gund digeriya li aliyê daristanê kevirekî cuda dît.

Kaya kevir hilda û anî mala xwe û haya rayedarên Midûriyeta Muzeyê pê xist.

Ekîbên Midûriyeta Muzeyê lêkolîna ewil kirin û tesbîtkirin ku fosîl ya îstîrîdyeya behrê ye û 65 milyon salî ye. Ekîb li herêmê geriyan û dîtin ku gelek fosîlên din jî hene. Hat ragihandin ku li herêmê xebateke berfireh ew ê were kirin.

Rayedaran diyar kir ku eva fosîla di navbera heyamên Kretase û Kuvaternerê da jiyaye.

Kaya daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li dora gund gelek caran kevirên wiha didît lêbelê nizanibû ku ev fosîl in.

Kaya wiha axivî:

"Ez hin caran li aliyê daristanê digerim. Kevirekî bala min kişand, li ser tiştên cuda hebûn. Zarên min li ser înternetê lêkolîn kirin û gotin ku ev fosîl e. Paşê haya min pê ket ku ji Adiyemanê wezîfedarên muzeyê hatine vê derê û li ser fosîlan xebitî ne. Min jî kevir rayê rayedaran da. Heke bixwazin ez ê kevir teslîmî rayedaran bikim, heke li cem min bimîne jî ez ê li malê mihefeze bikim."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE