Li Adiyemanê li Tumulusa Karakuşê merzelên qralîçeyan hatin tesbîtkirin

Li Adiyemanê li Tumulusa Karakuşê merzelên qralîçeyan hatin tesbîtkirin

Li Kahtaya navçeya Adiyemanê li Tumulusa Karakuşê (Merzelê Abîdeyî yê Jinan) ya 2 hezar salî ya li pêşa Çiyayê Nemrûdê, ciyê merzelên jinan hat tesbîtkirin.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Walîtiya Adiyemanê, bi îzna Wezareta Çand û Turîzmê li Karakuşê xebatên etaba yekemîn û ya duyemîn ên jeoradar û jeofîzîkê hatin kirin, "tomografiya" qadê hat kişandin û ciyê merzelên Îsîasa jina Qralê Kommageneyê Antiochos, keça wî Antiokhis û neviya wî Akayê hat tesbîtkirin.

Di daxuyaniyê da her wisa cih dan axaftina Walî Mahmut Çuhadar jî ku got, tumulusa dîrokî 2 hezar sal e raza xwe diparêze ku wekî goristana qralîçeyan tê binavkirin û ji hêla Qralê Kommageneyê Mithritadesê 2yemîn (berî zayînê 36-21) ji bo diya wî Îsîas, xwîşka wî Antiokhis û keça Antiokhisê Akayê hatiye çêkirin.

Çuhadar diyar kir, ji bo ronkirina razên li vir û tesbîtkirina merzelan, wan îzna pêwîst wergirt, xebat da destpêkirin û her wiha bi jeoradarê va wan dîmena duber a binê erdê kişand.

Çuhadar her wisa got ku ew ê sala 2022yan ji Midûriyeta Giştî ya Heyînên Çandî û Muzeyan îzna kolan û sondajê bistînin û li tumulusa dîrokî xebatên kolanê bidin destpêkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE