Li Agiriyê ji bo ciwanan kursên hunerî

Komeleya ÖNDERê kursên hunerî dide xwendekar û ciwanan.

Li Agiriyê ji bo ciwanan kursên hunerî

Komeleya Endam û Mezûnên Lîseyên Îmam Xetîbê yên ÖNDER’ê, li Agiriyê ji bo xwendekar û ciwanên bajêr, kursên hunerî vekirin. Ciwan li navenda komeleyê kom dibin û berheman çêdikin.

Him hunerê hîn dibin him bi hev re wexteke xweş derbas dikin.

Komeleya Endam û Mezûnên Lîseyên Îmam xetîbê ji bo ciwanan çalakiyên zivistanê li dar dixe.

Komeleyê li Agiriyê ji bo xwendekarên xwe kursên hunerî dan destpêkirin.

Xwendekar bi hev re hînî xêzkirina xetê dibin, tabloyan çêdikin.

Piştî kurs bi dawî bibin dê berhemên xwendekaran li Qesra Îshak Paşa werin nîşandan.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE