Li Avkevirê çalakiya xwendina pirtûkan çêbû

Xwendekarên ciwan him pirtûk xwendin, him jî bafirok firandin.

Li Avkevirê çalakiya xwendina pirtûkan çêbû

Weqfa Ciwanan a Türkiyeyê TÜGVAyê, li navçeya Avkevirê ya Agiriyê çalakiyeke xwendina pirtûkan li dar xist. Di çalakiyê de xwendekarên biçûk him pirtûk xwendin, him jî bafirok firandin.

Weqfa Ciwanan a Türkiyeyê li gelek bajar û gundan çalakiyên perwerdeyê li dar dixe.

Çalakiya herî dawî jî li Avkevira Agiriyê saz kir.

Ciwanên gundê Êxtiyarê derketin derveyî gund û pêşî weşek bi hev re pirtûk xwendin.

Zarokan dûv re jî rahiştin bafirokên xwe û têr firandin. Hin caran mezin jî tevlî çalakiya bafirokan bûn.

Xwendekarên biçûk bi xêra çalakiyê him hinek pirtûk xwendin, him jî bi hev re demên xweş derbas kirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE