Li Bajarê Kevnar ê Perreyê ya Adiyamanê ku ji 5 bajarên herî mezin ên Qraltiya Kommageneyê yek e xebatên kolandinê dewam dikin.
Di dema xebatên kolandinê da avahiyeke berî zayînê ku di erdhejeke tê texmînkirin sedsala 6 û yan jî 7an da hilweşiyaye, hat tespîtkirin.
Kolandinên li Bajarê Kevnar ê Perreyê di sala 2001ê da dest pê kirin û car caran dewam dikin, îsal kaniya Romayê, kevirên blokal ên mezin, coyên avê û hin avahiyên mîmarî derketin holê.
Di xebatên kolandinê yên herî dawîn da jî li keviya qada Nekropolê li qadeke 270 metreqereyî avahiyeke di erdhejeke tê texmînkirin sedsala 6 û yan jî 7an da hilweşiyaye, hat tespîtkirin.
Midûrê Muzeyê Mehmet Alkan daxuyanî da rojnamegeran û got ku bi piştgiriya Wezareta Çand û Turîzmê, Saziya Dîroka Tirk û Îdareya Taybet a Adiyamanê û şêwirmendiya zanistî ya Dr. Kahraman Yagizê hîndekarê Beşa Arkeolojiyê ya Zanîngeha Adiyamanê va li qadê xebatên kolandinê dewam dikin.
AA