Li Batmanê bernameya konaxa Dengbêjan

Dêngbêjên navdar wê rojên Yekşeman kilaman bêjin

Şaredariya Batmanê ji bo çanda qedîm a kurdan dest bi weşana bernameya dengbêjan kir. Êdî dê her yekşemê di navbera saet 8 û 9ê êvarê wê bernameya konaxa dengbêjan bê weşandin.

Dengbêjî çandeke qedîm a Kurdan e…

Şaredariya Batmanê, ji bo ev çanda qedîm neyê jibîrkirin, bi dengbêjên navdar Bernameya Konaxa Dengbêjan amade dike.

Ev konserên onlayn wê ji ser malperên şaredariyê yên înternetê bi zindî tên weşandin.

Di bernameya ewil de dengbêjên bi nav û deng Salihê Qubînî, Wedat Akarsû û Tayfun Öztoprak klam gotin

Bernameya Konaxa Dengbêjan êdî wê her evara Yekşemê di saet 8ê êvarê de dest pê bike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE