Li Êlihê ji aliyê platforma “bila Batmanî bixwînin” ve li Parka Atatûrkê çalakiya xwendika pirtûkan hat lidarxistin. Bi vê çalakiyê platforma xwendinê dixwaze welatiyên bajêr zêdetir pirtûkan bixwînin.
Li Êlihê platforma “Bila Batmanî Bixwînin” bê navber çalakiyên xwe didomîne.
Platformê ji bo balê bikişîne ser xwendina pirtûkan li parka Atatûrk çalakiya 17emîn li dar xist.
Di çarçoveya çalakiyê de him endamên platformê him jî hin ciwanan pevre pirtûk xwendin.
Her wiha ji bo bala welatiyan bikişînin jî bi pirtûk daran ve kirin.
Endamên platformê eşkere dikin ku dê çalakiyên wan ên wisa dewam bikin.