Ji ber berfa li herêmê destûrê nadin turîstên ji bo ku peykerên mezin û tumulusa 150 mêtro fireh, 50 mêtro bilind a Qraliyeta Kommageneyê ya li Çiyayê Nemrûdê ya ku di Lîsteya Mîrateya Çandê ya Dinyayê ya UNESCOyê da cî digire bibînin derkevin serê çiyê.
Çiyayê Nemrûdê ya wekî cihê ku derketin û avabûna rojê herî zêde lê xweşik tê temaşekirin tê zanîn ji ber berê xuya nake.
Ziyaretvanên ji bo ku peykeyên antîk ên li lûtkeya çiyê bibînin, derketin û avabûna rojê temaşe bikin hatin bajêr ji ber şert û mercên hewayê nekarîn derkevin Çiyayê Nemrûdê.
Midûrê Çand û Turîzmê yê Bajêr Mustafa Ekîncî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku îsal 160 hezar kesî Çiyayê Nemrûdê ziyaret kir û eşkere kir ku nikarin derkevin serê çiyê lewra ji îro va sezona turîzmê girtin.
Ekîncî da zanîn ku çiya dê heta adarê girtî bimîne.
AA