Li Cizîrê çalakiya modayê

Li navçeyê cara ewil defîleya modayê hat lidarxistin

Li Cizîrê çalakiya modayê

Li Cizîra botan, qeymeqamî û şaredarıyê çalakiya modeyê li dar xist. Li navçeyê cara ewil defîle hat sazkirin. Her wiha Cizîriyan, bi konsera Ferhat Göçer jî têra dilê xwe kêf kir.

Bi saya rewşa aram li Cîzîra Şinexê çalakiyên rengîn zêdetir bûn.

Li navçeyê cara ewil bi piştgiriya Qeymeqamî û Şaredariyê çalakiya modayê hat lidarxistin.

Di defîleyê de cil û bergên cûr be cûr hatin nîşandan.

Rayedarên bajêr û gelek welatî beşdarî çalakiyê bûn.

Piştî çalakiya modayê stranbêjê navdar Ferhat Göçer stranên ji hev xweştir gotin. Şêniyê Cizîrê têra dilê xwe kêf kir.

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE