Li Cizreyê cara ewil fîlmek tê kişandin

Li Cizîra Şirnexê xebatên fîlma sînemayê ya bi navê “enîf”ê dest pê kirin. Fîlma ku çêkeriya wê burhan vural dike dê li gelek gund û cihên dîrokî yên cizîrê bê kişandin.

Li Cizreyê cara ewil fîlmek tê kişandin

Li Cizîra Şirnexê xebatên fîlma sînemayê ya bi navê “enîf”ê dest pê kirin. Fîlma ku çêkeriya wê burhan vural dike dê li gelek gund û cihên dîrokî yên cizîrê bê kişandin.

Li Cîzîra ku berê navê wê bi bûyerên terorî derdikete pêş, edî çalakiyên hûnerê tên kirin.

Burhan Vural jî di sala 1993an de ji ber bûyerên terorî mecbûr maye û ji gundê xwe derketiye.

Niha jî wek çêkerekî ji bo fîlmê bi navê ENÎFê vegeriyaye cihê bav û kalên xwe.

Fîlm wê li gelek gund û cihên dîrokî yên Cizîrê werê kişandin.

Fîlm ku wê gelek lîstikvanên navdar bilîzîn di sibatê de bikevê vîzyonê.

Lîstikvanan diyar kir ku kêfa wan pir ji Cizîrê re hatiye.

Lîstikvan Tevfik Yapici: Ez kêfxweş im ku li Cizîrê me. Beriya niha tenê me ji çapemeniyê û gotegotan dibihîst navê virê, xanima min jî ji min re got çi îşê te heye li Cizîrê. Lê ez hatim virê û kêfa min zaf ji vê derê re hat.

Lîstikvan Cengiz Küçükayvaz: Ez beriya niha nehatibûm Şirnexê. Bi saya ji bona vê fîlmê ez hatim û min gelek eciband. Hêvîdar im ev fîlm ji bo Cizîriyan baş be. Wek hûnermend çi bikevê ser mile me em ê jî bikin.

Dîroka nûkirinê: 08 Mijdar 2018, 17:39
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE