Li Derikê Mîhrîcana Zeytûnan

Projeya baxçeyê zeytûnan ya qeymeqamê şehîd qediya

Li Derikê Mîhrîcana Zeytûnan

Zeytûna herî bi qalîte lı dêrıka mêrdînê çêdıbe. Jı bo xatırê qeymeqamê şehîd fatîh safîturk, lı dêrıkê mîhrîcana zeytûnan hat lıdarxıstın. Projeya qeymeqamê şehîd ya baxçeyê zeytûnan jî qedıya.

Mêrdînê bi terorê dihat rojevê lê vê carê bi zeytûnên xwe di rojevê de ye.

Cara ewil ji bo danasîna zeytûnên Dêrikê mîhrîcan hat lidarxistin. TRT KURDÎ jî pişt dide vê mîhrîcanê.

Gele herêmê beşdarî vê mîhrîcanê bû.

Li ser standan, zet, sabun, kolonya û merhem hebûn.

Di mîhrîcanê de şaxên darên zeytûnê ya 300 salî jî hatin firotin.

Di festîvalê de projeya qeymeqamê şehîd Fatîh Safîturk jî qediya. Xeyala herîm mezin ya qeymeqam ew bû ku Dêrik biibe navenda harî mezin a zeytûnan. Lê imrê wî têrê nekir.

Bi 5 hezar û 500 fîdeyan 18 baxçeyê zeytûnan hat çêkirin. Gelek rayedar û welatî beşdarî vê bernameyê bûn.

Piştî mîhrîcana zeytûnan kanala me TRT KURDÎ jî liv ir konserek lidarxist û mîhrîcan wisa bi dawî bû.

Dîroka nûkirinê: 17 Cotmeh 2018, 16:31
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE