Li Îdirê şikeftên turîstîk

Turîst eleqeyeke zêde nîşanî Çiyayê Xwêyê didin

Li Îdirê şikeftên turîstîk

Çiyayê xwêyê yê li Qulpa navçeya Îdirê ji bo turîstên navwelêt û biyanî bû rawestgeheke girîng. Her roj gelek turîst ji bo dîtina çiyayê xwêyê tên navçeyê.

Piraniya hewcedariya xwêyê ya herêmê ji vî çiyayî tê dabînkirin.

Piştî derketina xwêyê jî şikefteke gelek xweş çêbû.

Di van salên dawîn de turîstên xwecihî û biyanî eleqeyê nîşanî çiyê didin.

Ji bo çiyayê ku bû wekî navenda turîzmê ya navçeyê, Şaredariya Navçeyê xebatek da destpêkirin.

Di çarçoveya xebatê de ji 6 welatan 60 xwendekar hatin anîn bajêr û li cihên turîstin hatin gerandin.

Her wiha welatiyên navçeya Qulpê ji hatina turîstan gelek kêfxweş in.

Dîroka nûkirinê: 14 Tebax 2019, 17:41
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE