Li Diyadina agırıyê, şıkeftên dîrokî hene. Qeymeqamiya Diyadinê jî ji bo ev dîroka kevnare were dîtin xebatan dike. Qeymeqam û Cîgİrşaredarê navçeyê Alper Balcı, çû şikeft dîtin û derbarê cih û warên dîrokî de agahî wergirtin. Balcı got; ji bo turîzma navçeyê em ê hewl û xîreteke mezin bidin.
Ev cihên dîrokî û kevnare li Diyadin Ağrıyê ne.
Li Diyadİnê ji xeynî germavan, şikeftên dîrokî jî hene.
Li gorî xebatên arkeolojiyê van şifeftên dîrokî gelek şaristanî ezimandine.
Qeymeqamî û Şaredariya Diyadinê jî ji bo turîzma bajêr geş bibe li herêmê xebatan dikin.
Qeymeqamê navçeyê Alper Balcı çû serdana şikeftan û derbarê cih û warên dîrokî de agahî girtin.
Qeymeqam û Cîgirşaredarê Diyadinê Alper Balcı got, ‘’Ev der erdnigariyeke gelek balkêş e. Bi kurdî ji vê derê re Bilîgana Jorîn tê gotin ku bi tirkî jî Yukarı Biligan e. Ev der cih û warên dîrokî û bi kevirên volkanîk hatine çêkirin. Diyadin cihekî xweş e, em bangî hemû turîstan dikin ku werin Diyadinê bibînin’’.
Qeymeqam got ji bo germavên bişîfa û şikftan wê xebatên danasînê bên kirin.