Li Diyarbekirê fuara xurek û şîvên herêmî dest pê kir. Ji 28 bajaran 112 fîrma, bi berhemên xwe hatin Amedê. Em ê berê xwe bidin şahiya gastronomiyê û lê binêrin ka li wir çi heye çi tine…
Li Tirkiyê fuara herî bitehm û şîrîn, Fuara Xurek û Şîvên Herêmî li Amedê dest pê kir.
Fuara Gurmeyan bi birîna qurdeleya 21 metre penîrî hat vekirin.
Di merasîmê de Walî Hasan Basrî Guzeloglu, Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê Mehmet Kaya û serokên saziyan amade bûn.
Ji xeynî Amedê ji 28 bajaran 112 firma bi berhemên xwe yên xwecihî beşdarî fuarê bûn.
Piştî merasîmê 3 ton qedayîf li 2 hezar welatiyan hat belavkirin. Gel têra dilê xwe şîrînî tehm kir.
Gelê Diyarbekrê him danûstendinê xwe kir him jî bi tehma xureka nihêrî.
Fuara taybet ji bo nasandina mutbexa herêmê û turîzma gastronomiyê jî girîng e.
Fuara gurmeyan wê 5 rojan dewam bike û di çarçoveya çalakiyan de wê pêşbaziyên xwarin û pasteyan werin kirin.