Li Diyarbekirê 13 dengbêj wek "hilgêrên mîrata çandî" hatin qebûlkirin

Li Diyarbekirê 13 dengbêj wek "hilgêrên mîrata çandî" hatin qebûlkirin

Li Diyarbekirê 13 dengbêjên li Mala Dengbêjan a ji hêla Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê va hatiye vekirin kilaman dibêjin, ji ber ku çanda dengbêjiyê ya bi hezaran salan zindî dihêlin wek "hilgêrên mîrata çandî" hatin qebûlkirin û "Karta Nasandinê ya Hunermend" hildan.

Wezareta Çand û Turîzmê kesên hunera xwe bi rêya kevneşopiyê hîn dibin, hînî kesên din dikin û di hunera xwe da berhemên kemilî derdixin holê wek "hilgêrên mîrata çandî yên neşênber" diyar dike ku Wezaretê dengbêjan jî wisa qebûl kir.
Serokatiya Daîreya Karên Çandî û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ji bo rê li ber jibîrkirina çanda dengbêjiyê bê girtin û piştgiriyê bide degbêjan serî li Wezaretê da.

Dengbêjên çand û kevneşopiya gel zindî dihêlin, eşq, evîn, êş û xema gel ji xwe ra dikin mijar li Mala Dengbêjan kilamên xwe dibêjin.
Ji 18 dengbêjan ji bo 13 heban serî li Wezaretê hat dayîn û serlêdanên wan hatin qebûlkirin. Wezaretê "Karta Nasandinê ya Hunermend" da 13 dengbêjan.
Serokê Daîreya Karên Çandî û Civakî ya Şaredariya Mezin a Diyarbekirê Alî Çelîk ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand çanda dengbêjiyê yek ji nirxeke biqîmet a civakê ye.
Çelîk got ji bo çanda dengbêjiyê dewam bike ev gaveke gelekî girîng e û wiha axivî: "Piştî xebatên me yên bi Wezareta Çandê ra dengbêjên me wek "hilgêrên mîrata çandî yên neşênber" hatin qebûlkirin. Bila ji bo Diyarbekirê û hemû dengbêjên me li ser xêrê be."
Çelîk anî ziman ku heta niha der barê dengbêjan da serî li Wezaretê nehatiye dayîn.


Çelîk daxuyand ku wan wekî Şaredariya Bajarê Mezin ev kêmasî dît û serlêdan kir û wiha dewam kir, "11 pisporên me dengbêjên me kirin mulaqatê û bi vî hawî hat qebûlkirin ku hunera wan mîrateyeke çandî ye. Wekî hilgêrên mîrateya çandî ya neşênber hatin qebûlkirin. 13 dengbêjên me yên ku li Mala me ya Dengbêjan ev hunera xwe îcra dikirin, ev nasname heq kirin. Bi vê gavê va ne tenê ji Diyarbekirê, ji her derê Tirkiyeyê dengbêjên me dikarin serlêdanê bikin."

- "Statuya Dengbêja fermî bû"

Îbrahîm Almaz ji dengbêjên ku "Kartê Danasîna Hunermendiyê" danê yek e. Almaz got ku dengbêjî ji berê va dewam dike û wê dewam jî bike.
Almaz got, "Di dîrokê da statuya dengbêjan cara ewil dibe fermî. Di binê şemsiyeya Wezareta Çand û Turîzmê da gihîşt nasnameya xwe." û ew kêfxwe bûn ku "Kartê Danasîna Hunermendiyê" dan wan.
Almaz destnîşan kir ku ji Hekariyê bigire heta Edirneyê dengbêjî çanda hemû însanan e û ji bo ku ev çand winda nebe dewlet xwedî lê derket, ew spasdarê kesên xwedî lê derket in.

Seyîthan Koç jî daxuyand, ji bo ku ew çanda dengbêjiyê bi her kesî bidin naskirin, ew hewl didin.
Koç diyar kir, encama erênî ya serlêdana Wezaretê ew kêfxweş kirin û wiha dewam kir, "Ji bo ku ev xezîneya me ya çandî neyê jibîrkirin, em dixebitîn, lê di fermiyetê da kesî em nas nedikirin. Ji vir û şûnda em wekî fermî dengbêj in. Ev mîrata çandî ne tenê ya Kurdan e, mîrate, destkeftî û xezîneya Tirkiyeyê ye. Xwedê ji wan razî be, ev xezîne nedan windakirin, xwedî lê derketin."
Ramazan Demirel jî daxuyand, ji bo ku çanda dengbêjiyê bidome, ew dixebitin û wiha dewam kir, "Me dengbêjî dikir, lê nasnameya me tunebû. Vê gavê bi awayê fermî nasnameya me heye. Xwedê ji dewleta me razî be."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE