Li Diyarbekirê çalakiya "Li kuçeyan huner heye" didome

Li Diyarbekirê çalakiya "Li kuçeyan huner heye" didome

Ji ber ku di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da dawiya hefteyê derketina derva tê sînordarkirin, Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê jî bi çalakiya "Li kuçeyan huner heye" va moral dide welatiyên ku di malê da ne.

Li gor daxuyaniya ku ji Şaredariya Bajarê Mezin hat dayîn, ji bo ku moral bidin welatiyan her dawiya hefteyê li devereke cuda ya bajêr konserên "Li kuçeyan huner heye" tê dayîn û vê hefteyê jî li navçeya Baglarê taxa Selahattîn Eyyubiyê di Sîteya Batikentê da konser hat dayîn.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku di konserê da bi Tirkî, Kurmancî û Zazakî stran hatin gotin, şahiyên filklorîk hatin lidarxistin, dengbêj hatin guhdarîkirin û bi van va moral dan welatiyan û wiha hat gotin, "Serokatiya Daîreya Karên Çandî û Civakî ji bo ku welatî ji çalakiyên çandî û hunerî dûr nemînin, her hefte li devereke cuda ya bajêr çalakiya 'Li kuçeyan huner heye' li dar dixe û ev çalakiyên ku moral didin welatiyan wê dewam bikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE