Li Diyarbekirê çalakiya modayê

Mankenên navdar danasîna xweşikiyên bajarê qedîm kirin.

Li Diyarbekirê çalakiya modayê

Diyarbekir dibe bajarê moda û tekstîlê. Ji bo cil û bergên tekstîlê û berhemên Diyarbekirê di qada navteweyî de werin nasîn defîle hat lidarxistin.

Defîleya Platforma Dîjîtal a Dosso Dossi Fashion Showê, piştî navçeyên Bazîd û Kapadokyayê li Diyarbekirê hat lidarxistin.

Defîleya rengîn li cihên dîrokî hat pêşkêşkirin.

25 Mankenên welêt û biyanî beşdarî çalakiya modayê bûn.

Manken Tülin Şahin got, “Bi vê projeyê xweşikî û hêza modayê wê xweşikiya turîzma Tirkiyê geş bike.”

Modelên navdar li kuçeyên Diyarbekirê geriyan û bûn heyrana çand û dîroka bajêr.

Manken Demet Şener got, “Ez cara ewil hatim Diyarbekirê. Pir kêfxweş im ku di vê projeyê de cih digirim. Ev proje wê bi awayekî xweş li dinyayê welatê me bide nasîn.”

Manken Zeynep Demirel got, “Medya Diyarbekirê xweş nîşan nade. Lê me dît ku Diyarbekir bajarekî pir xweş e. Mirovên herêmê jidil û samîmî ne.”

Li ber mûzîka Kurdî defîle hat kirin û wêne û vîdeo hatin kişandin.

Bi defîleyê berhemên dîrokî yên Diyarbekirê wê di qada navneteweyî da were naskirin.

Defîle wê li 50 welatî zêdetir li ser platforma dîjîtal were weşandin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE