Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê dengbêjên kevneşopiya devkî ya hema bêje li ber jibîrkirinê ye bi xwendekarên lîseyê ra anî ba hev.
Di daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê da hat destnîşankirin ku ji bo danasîn û parastina kevneşopiya dengbêjiyê ya çanda devkî ya berê digihîne nifşên nû xebatên xwe didomînin.
Serokatiya Daîreya Karên Civakî û Çandî bi Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Bajêr ra ji bo dengbêjan bi nifşên nû bidin nasîn projeya "Dengbêj Bi nifşê z yê ra tên ba hev" amade kirin.
Di çarçoveya projeyê da dengbêj li Salona Konferansê ya Şahîn Eren a Lîseya Fenê ya Saziya Reqabetê bi xwenekaran ra hatin ba hev.
Di çalakiyê da Zeynep Yaşa lêkolîner a wezîfedara Şaredariya Bajarê Mezin der barê dengbêjiyê da agahî da xwendekaran û qala dengbêjên li bajêr kir.
Bi pêşangeha wêneyan a "21 Kilam 21 Dengbêj"ê ya li Kampusa Perwerdeyê ya Silêman Demirelê va xwendekar der barê dengbêjên li bajêr da bûn xwedî agahî.
Di bernameyê da dengbêjan kilam gotin û xwendekaran jî guhdarî kir.
AA