Li Diyarbekirê gora Siltanê Selçuqiyên Anadoluyê Kiliçarslanê 1emîn hat dîtin

Rektorê Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Mehmet Karakoç: "Ji hêla dîroka Sîlvan û Diyarbekirê va ewê nêrîneke cuda ya li ser bûyeran derxe holê."

Li Diyarbekirê gora Siltanê Selçuqiyên Anadoluyê Kiliçarslanê 1emîn hat dîtin

Li Silvana navçeya Diyarbekirê hîndekarên Zanîngeha Dîcleyê piştî xebatên arkeolojiyê gora Siltanê Selçuqiyên AnadoluyêKiliçarslanê 1emîn û gora qîza wî Seîde Xatunê dîtin.

Ji bo gora Siltan Kiliçarslan bê tespîtkirin bi serokatiya Alîkarê Rektorê Zanîngeha Dîcleyê Prof. Ahmet Tanyildiz û beşdariya Prof. Dr. Îrfan Yildiz, Doç. Dr. Oktay Bozan, Doç. Dr. Aytaç Coşkun û hîndekar Salih Erpolat komisyonek hat avakirin.

Komisyonê xebat da destpêkirin, lêkolîn kir û li Parka Kaniya Navîn du gor tespît kirin.

Piştî kolandina 9 rojan hat tesbîtkirin ku ew gorên Siltan Kiliçarslanê 1emîn û qîza wî Seîde Xatunê ye.

- "Ji hêla dîroka Sîlvan û Diyarbekirê va girîng e"

Rektorê Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Mehmet Karakoç ji rojnamevanan ra daxuyand bi hevkariya Wezareta Çand û Turîzmê va kolandin hatine kirin û wiha axivî: "Temen û zayenda van kesên di vê gorê da bûn xuya dikir ku ew ji wê heyamê ne. Cureyê kevirên gorê û tirbeyê li got heyama Selçuqiyan bû. Ji hêla dîroka Sîlvan û Diyarbekirê va ewê nêrîneke cuda ya li ser bûyeran derxe holê."

Doç. Dr. Oktay Bozan jî anî ziman wan gora şexsiyetekî ku di dîrokê da girîng e dîtiye û wiha axivî: "Dîtina gora wî ji hêla dîroka me ya neteweyî û wefayê va xwedî meneyekê ye."

Doç. Dr. Aytaç Coşkun jî got di qadeke 35 mêtroqereyî da 2 mêtro kûrahiyê da temelê goran û tirbeyê hatiye dîtin.

Caşkun diyar kir ku ekîb bi baldarî dixebitin, wekî mamosteyên di lijneya zanistê da daneyan bi lez dinirxînin.

Cuşkun wiha axivî: "Qada em lê dixebitîn merzelê hikûmdarê herî girîng e Selçuqiyên Anadoluyê bû. Me xebatên xwe bi şev û bi roj bi baldarî domandin."

Prof. Dr. Îrfan Yildiz jî bal kişand ser girîngiya dîrokî ya Sîlvanê.

Yildiz destnîşan kir ku di roja 5an a xebatan da 2 merzel û temelê dîwarekî derxistin holê, di xebatên wê rojê dahatin kirin da bermayî bi tevahî derxistin holê.

Yildiz wiha pê da çû:

"Ketebeya ji vekolanê derket hemû taybetiyên tîpa nivîsa heyamê rayê dide. Em dikarin bêjin ku di merzelê ewil da Kiliçarslanê Ewil, di merzelê duduyan da Seîde Xatun hatine binaxkirin. Li gor agahiyên di encama xebatên hatin kirin da hatin bidestxistin dihat zanîn ku merzelê Kiliçarslanê Ewil li Sîlvanê ye lê kesî nizanibû li ku derê ye. Bi vê xebatê em dikarin bêjin ku bi tevahî merzel hat tesbîtkirin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE