Li Diyarbekirê kolana arkeolojîk

Di "dilê" Diyarbekirê de qanala avê û tunel hatin dîtin

Li Diyarbekirê kolana arkeolojîk

Gırê Amîda wekî ‘dilê’ Diyarbekirê tê qebûlkirin . Li ser gir piştî 56 salan kolana arkeolojîk hat kirin. Li girê qanaleke avê û tunel hat tesbîtkirin.

Bi kolanên arkeolojîk pêşî li kaleya Zêrzewanê, niha jî li girê Amîdayê berhemên dîrokî derketin holê.

Girê Amîdaya Diyarbekirê ji gelek şaristaniyên wekî Hurî-Mîtanî, Urartu, Pers, Roma, Emewî, Ebasî, Merwanî, Selçûqî û Artûqiyan ra bûye cih û war.

Ji bo berhemên di binê erdê da mane bên derxistin li Qesra Artûqîyan di 10ê Îlonê de bi seroktiya Prof. Dr. Îrfan Yildiz kolana arkeolojîk dest pê kir.

Wextê xebatan gelek berhemên dîrokî û girîng derketin holê.

Hîndekarê Zanîngeha Dîcleyê Îrfan Yildiz diyar kir ku di çarçoveya xebatên kolanê de qanaleke avê ku ji nava gir derbas dibe û tuneleke ku digihêje qanalê tesbît kirine.

Girê Amîda li navçeya Surê wekî ‘dilê’ Diyarbekirê tê qebûlkirin.

Dîroka nûkirinê: 15 Mijdar 2018, 10:15
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE