Şaredariya peyasa Amedê ji 150 zarok û ciwanî koraya mûzikê ava kir. Zarokên Diyarbekirî bi Tirkî, Erebî û bi zaravayên Kurdî; Kurmancî û Zazakî stranên aştiyê dibêjin. Koro, ji bo ku li 7 herêman konseran bide bi kelecan provayên xwe didomîne.
Şaredariya Peyasê ji bo ku zarokên Amedê bi hunerê re eleqedar bibin 6 meh berê li Navenda Çandê ya Cegerxwînê kursa muzîkê vekir.
Di vê kursa taybet de zarok û ciwan hînî erbane, gîtar, bilûr, tembûr û gelek ensturmanan didin.
Piştî ku qabiliyetên zarokan kifş bûn bi navê ‘Hezkirinê’ koroya pirzimanî hat avakirin.
Koroya muzîkê ji 150 zarok û ciwanî pêk tê û li herêmê ya herî mezin e.
Kelecan zêde ye, dilê zarokan geş e. Lewra ev zarok wê li 7 herêmên Tirkiyê konseran bidin.
Zarokên Diyarbekirî beriya konseran provayên xwe dikin. Koro bi zimanê Tirkî, Kurdî û Erebî stran û qasideyan dibêje.
Şefê koroyê Kubilay Güçlü got em bi stranan hezkirinê belav dikin.