Şaredariya Diyarbekirê ji bo xwendekarên ku malbatên wan xizan û desteng in lîseyên akademiyê vekirin. 4 hezar şagirt bi piştgiriya şaredariyê haziriya ezmûna zanîngehê dikin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ji bo pêşeroja keç û xortan di warê perwerdeyê de xizmetên girîng dike.
Bi fermana Walî Munîr Karaloglu Lîseya Akademiyê ya Alî Gaffar Okkan, El Cezerî û akademiya Sûrê hat vekirin.
4 Hezar xwendekarî ji bo ezmûna zanîngehê qeyda xwe çêkir û dest bi dersan kirin.
Xwendekarên ku ji ber tûnebûnê nikarin biçin fêrgehan li navendên akademiyê bêpere ji bo ezmûna AYT û TYT’ê tên perwerdekirin.
Ji xeynî navenda bajêr ji gundan jî xwendekarên belengaz tên fêrgehê.
Xwendekarên ku li Lîseyên Akademiyê tên perwerdekirin dawiya heftê jî beşdarî çalakiyên; spor, çand û hunerê dibin.