Li Dêra Axtamarê ayîna 9emîn dest pê kir

Li Dêra Axtamarê ayîna 9emîn dest pê kir

 Bi destûra taybet ya Wezareta Çand û Turîzmê li Dêra Axtamarê ya ku li ser Behra Wanê li ser Girava Axtamarê ye û salê carek lê ayîn tê kirin, ayîna 9emîn dest pê kir.

Kesên ji bona beşdarî ayînê bibin hatin bajêr ji Îskeleya Gevaşê bi kontrolan bi kelekan birin giravê.

Ji ber tavdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) kêm kes hatin hildan û Serkeşe Tatul Anuşyanê Serokê Meclisa Rûhanî û Sekreterê Giştî yê Patrîkxaneya Ermeniyan ya Tirkiyeyê û kesên pê ra hatin giravê.

Anuşyanê demekê bi ziyaretvanan ra sohbet kir di pey ra ayînê bi cî anî.

Mehmet Emîn Bilmezê Wekîlê Şaredariyê û Waliyê Wanê, Huseyin Bekmezê Fermandarê Cendrimeyên Wanê, Hamît Gençê Qaymeqamê Gevaşê û Atanur Aydin Midûrê Ewlehiya Wanê jî ayînê temaşe kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE