Li Efrînê Mihrîcana Çandî

Mijara mihrîcanê biratiya welatî û gelan bû.

Li Efrînê Mihrîcana Çandî

Saziya bi navê biharê ya li Efrînê, bi mijara “Em Bi Kevneşopiyên Xwe Dibin Yek û Efrîn Me Hembêz Dike” projeyeke çandî amade kir. Di mihrîcana wê çarçoveyê de komên hunerî derketin ser dikê, hunerên xwe pêşkêş kirin. Efrîniyan eleqeyeke zêde nîşanî mihrîcanê da.

Li Efrînê piştî aramî û ewlehiyê çalakiyên curbicur tên lidarxistin.

Herî dawî mihrîcaneke çandî hat lidarxistin.

Armanca çalakiya Saziya bi navê Biharê, biratiya gelan û biratiya welatiyên li bajarên Sûriyê bû.

Di mihrîcanê de çalakiyên curbicur hatin lidarxistin.

Komên çandî derketin ser dikê û hunerên xwe pêşkêş kirin.

Di çalaliyê de him stranên Kurdî him jî yên Erebî hatin gotin.

Gelê herêmê bi kelecaneke mezin eleqe nîşanî mihrîcanê da.

Saziyê di dawiya çalakiyê de diyarî dan komên ku beşdarî mihrîcanê bûn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE