Li Ercîşa Vanê Pirtûk-Kafeya ciwanan, ji bo xwendekarên ku ketine ezmûnê çalakiyên moralê li dar dixe. Li pirtûkxaneyê xwendekar him pirtûkan dixwînin, him jî carinan bi hev re stranên kurdî û tirkî dibêjin.
Li aliyekî pirtûk hene, li aliyê din xwendekar bi amûrên mûzîkê stranan dibêjin.
Pirtûkxane, ji bo kêfa xwendekarên ku ketine ezmûnê çalakiyên cuda li dar dixe.
Di çalakiyan de hin caran rojbûna ciwanan tê pîrozkirin, hin caran jî ciwan bi hev re stranên Kurdî û Tirkî dibêjin.
Tê gotin ku her sal nêzî 35 hezar kes tên vê pirtûkxaneyê û gelek kes jî beşdarî çalakiyên wê dibin.