Li Ewropayê danasîna goristana Selçukiyan

Li Îtalyayê wê bi pêşangeh û sempozyûman goristana dîrokî bidin nasîn...

Li Ewropayê danasîna goristana Selçukiyan

Goristana eskerên Selçukiyan a lı Ahlata Bitlisê wê lıi Ewropayê bê danasîn. Ji bo projeya danasînê hîbe hat dayîn. Ewıiî wê li îtalyayê organîzsyon bê kirin.

Piştî ku berhemên dîrokî yên li goristana eskerên Selçukiyan aşkere bûn û sirra goristanê deng veda, salê bi sedan turîst hatin serdanê.

Danasîna goristana dîrokî û berhemên tê de niha jî wê li Ewropayê bê kirin.

Saziyên Sivîl û rayedarên Ahlatê ji bo ku navçeyê li derwelêt jî bidin nasîn projeyek li dar xist.

Berpirsê Projeyê yê Qeymeqamiya Ahlatê Necati Aktekin got, “Yekîtiya Ewropayê ji bo projeya me piştgiriyê dide. Em ê ewilî li Îtalyayê organîzasyonekê li dar bixin. Ji bo danasînê, em ê li Îtalyayê pêşaneya fotografan vekin û bi piştgiriyên pisporan sempozyuman amade bikin. Her wiha em ê ji ewropayiyan re qala dîroka herêmê bêjin... Em dixwazin bi vê projeyê dîroka Ahlata Bilîsê li cîhanê bidin nasîn.”

Rayedar dixwazin piştî Îtalyayê li dewletên din ên Ewropayê jî organîzasyonan bikin; bi pêşane û sempozyuman Ahlatê bidin nasîn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE